ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Li Xezeyê ji siharê ve zêdeyî 40 kes mirin: Banga mudaxileya navneteweyî
Li Xezeyê ji vê siharê ve zêdeyî 40 Fîlîstînî di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan, Wezareta Karên Derve ya Fîlîstînê banga mudaxileya navneteweyî ya lezgîn kir. -
Netanyahu piştrast kir: Li Xezeyê operasyoneke mezin a berfireh a bejahî destpê kir
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu roja Sêşemê daxuyaniyek da û ragihand ku 'operasyona bejahî ya berfireh a mezin' a li Xezeyê doh bi şev destpê kir. -
Komîsyona NY’î, bi fermî Îsraîlê bi pêkanîna êrîşên qirkirinê sûcdar kir
Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî, giha wê qenatê ku Îsraîl li Şerîda Xezeyê qirkirin kiriye û rayedarên payebilind ku serokwezîr Benjamîn Netanyahu jî di nav de ye teşwîqê van kiryaran kiriye. -
Ji RCS banga bidawîkirina bazirganiya bi wargehên neqanûnî yên Îsraîlê
Lîga Mafên Mirovan û Oxfam jî di nav de zêdeyî 80 Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) bang li delwet û şîrketên Ewropayê kir ku bi wargehên neqanûnî yên Îsraîlê yên li xaka dagirkirî yıa Fîlîstînê re bazirganiyê nekin. -
Li Xezeyê ji sibê ve herî kêm 48 kes jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê li ser Xezeyê bênavber didomin. Di êrîşên hewayî yên ji sibeha Yekşemê ve tên kirin de herî kêm 48 kes jiyana xwe ji dest dan. -
Rubio serdana Îsraîlê dike, ji Netanyahu daxuyaniya têkildarî 'Hamasê'
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Marco Rubio roja Yekşemê serdana Îsraîlê dike. Serdana Rubio piştî êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser rayedarên Hamasê yên li paytexta Qatar Dohayê pêk tê. -
Li Dohayê teqînên dijwar pêk hatin: Hamas hedef hat girtin
Li bajarê Doha yê Qatarê teqînên dijwar pêk hatin. Hat ragihandin ku rêberên Hamasê hedef hatine girtin. -
Îsraîl: Em ê li Xezeyê bi hêzeke mezin operasyonê bikin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li bajarê Xezeyê 'bi hêzeke zêdekirî' operasyonê bimeşîne. -
Îsraîl deverên derdora Hums û Lazkiyê bombebaran kir
Îsraîl şeva Duşemê li deverên derdora bajarên Hums û Lazkiyê yên Sûriyeyê êrîşên hewayî pêk anîn. -
Katz: Bagereke mezin wê îro li Xezeyê rabe
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz careke din bi 'tinekirinê' gef li bajarê Xezeyê û Hamasê xwar. -
Li Qûdsê êrîşa çekdarî: 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn
Li taxa Ramotê ya Qûdsê di êrîşeke çekdarî de ya li hemberî otobusekê hate kirin, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 11 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa 6 ji birîndaran giran e. -
Îran: Eger pêkanîn bêne rakirin em ê ji kontrol û çavdêriyê re amade bin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî anî ziman ku welatê wî amade ye kontrolên li ser bernameya nukleerî û astengiyên li ser dewlemendkirina ûranyûmê qebûl bike, lê di berdêla vê de divê pêkanînên navneteweyî bêne rakirin. -
Erebistana Siûdî li herêma Şamê projeyên avakirinê da destpêkirin
Erebistana Siûdî ji bo rakirina 75 metrekub kavil li Şamê û gundewarê wê, sererastkirina dibistan, nexweşxane û firneyan bi 6.4 milyar dolar xebat dan destpêkirin. -
Îsraîlê bi ‘gefê’ bersiva naskirina yekalî ya Fîlîstînê da
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar nerazîbûn nîşanî planên hin welatên Rojavayî ya ji bo naskirina dewleta Fîlîstînê da û got, gaveke wiha dibe Îsraîlê neçarî “tedbîrên yekalî” bike. -
Li Bexdayê şerê êşîran: 4 mirî, 10 birîndar
Li paytexta Iraq Bexdayê êvara Şemiyê eşîr bi hev ketin û di encamê de 2 jê polîs 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Endamê berê yê Îstixbarata Îsraîlê: Wê li Sûriyeyê bûyerên cidî biqewimin
Fermandarê berê yê Yekîneya 8200 a Îstixbarata Îsraîlê Hanan Gefen nerazîbûn nîşanî piştgiriya DYE’yê ya ji bo hikûmeta demkî ya Şamê da û got, “Demek nêz dema li Sûriyeyê geşedanên nû qewimîn, wê eşkere bibe ku Barrack di nava şaştiyek mezin de ye.” -
Artêşa Îsraîlê: Ji sedî 40 ê bajarê Xezeyê di bin kontrola me de ye
Berdevkê artêşa Îsraîlê Effie Defrin diyar kir ku wan ji sedî 40 ê bajarê Xezeyê kontrol kirine. -
Akademîsyenên Ereb neteweya demokratîk nîqaş kirin
Rewşenbîr û amademisyenên ji Sûriye, Iraq, Lubnan, Misr û Tûnisê di semînereke ku 3’ê Îlonê ji aliyê Înisyatîfa Erebî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve li ser Zoomê hate lidarxistin de, li hev civiyan. -
Netanyahû îlhaqkirina Şerîa Rojava ji rojevê derxist
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû îlhaqa Şerîa Rojava (Bi gotina xwe 'Yehûda û Şomron') ji rojeva civîna roja Pêncşemê derxist. -
Katz gefa 'Deh bela' li Hûsiyan xwar
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz hişyariyeke tund da Hûsiyên li Yemenê û got, wê "Deh belayan' bînin serê wan. -
Îsraîlê dest bi operasyona bejahî kir, krîza mirovî giran dibe
Artêşa Îsraîlê ji bo kontrolkirina bajarê Xezeyê ku nêzî milyonek mirov lê dimînin dest bi operasyona bejahî kir. -
‘Li Îsraîlê di tesîseke nukleer de xebatên înşaeta nû’
Li gorî nûçeya Associated Press (AP) dîmenên peykê nîşan didin ku li Navenda Lêkolînê ya Nukleer a Shimon Peres xebatên înşaeta avahiyeke mezin bi lez bûne. -
Rêxistina Efûyê: Hêzên Şamê 46 Durzî înfaz kirin
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku hêzên hikûmeta demkî yên li Şamê di navbera 15 û 16’ê Tîrmehê de li Siwêdayê 46 welatiyên Durzî înfaz kirin. -
Li Xezeyê meha Tebaxê 185 kes ji ber birçîbûnê mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku meha Tebaxê ji ber birçîbûnê 185 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Êrîşên Îsraîlê: 13 mirî
Artêşa Îsraîlê amadekariyan ji bo operasyoneke nû ya bejahî ya ji bo kontrolkirina bajarê Xezeyê dike. Di demeke bi vî rengî de êrîşên hewayî zêde bûn.